26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bo pêkanîna hikûmeta nû dê Kurd pêdagiriyê li ser daxwazên xwe bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Bi armanca yekhelwêstiya Kurdan û gehiştina bi rêkeftinekê û hevhelwêstiyê bo gotûbêjên ligel Bexdayê de bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh ligel serkirdeyên Partiyên Kurdistanî civiya.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji radyo ya dengê Iraq El-Hur re axifî û tekez kir ku aliyên Kurdî di gotûbêjên ligel aliyên din ên Iraqî de bo pêkanîna hikûmeta nû dê pêdagiriyê li ser daxwazên xwe bikin.

Derbarê pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê de, Fuad Husên got: “Daxwazên Kurdan diyar in û hemû di çarçoveya destûra Iraqê de ne, lê mixabin gelek ji wan daxwazan di demên borî de nehatine cîbicîhkirin.”

Husên hêvî kir ku daxwazên Kurdan ji aliyê hikûmeta dahatû ya Iraqê ve werin cîbicîh kirin û wiha axifî: “Gelek ji wan daxwazên Kurdan bi rewşa giştî ya Iraqê ve girêdayî ne. Loma dê Kurd pêdagiriyê li ser daxwazên xwe bikin.”

Di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan Roj Nûrî Şaweys endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku “Hemû aliyên siyasî yên ku di civîna îro ya ligel serokê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, li hev kirin ku bi yek tîmê biçin Bexdayê, ji ber ku pirsa gotûbêjên li gel aliyên din yên ne Kurd ji mere girêdayî ye bi çarenivîsa hemû gelê Kurdistanê, lewra tu çare li pêşiya me nîne ji bilî yekîtiyê û hevhelwêstiyê.”

Gelek pirs di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hilawestî mane û hê tu çareseriyek ji wan re nehatiye dîtin, yên herî xwiya jî meseleya budceya giştî, madeya 140 a destûra Iraqê, pirsa şandina petrola Kurdistanê û girêbestên petrolê yên herêmê ku Bexda wan red dike.

Ji aliyekî dî ve, çavdêrî siyasî yê Kurd, Cercîs kulî Zade, derbarê civîna Serok Barzanî ligel serkirdeyên Partiyên Kurdistanî, diyar kir ku: “Rêkeftin û hevhelwêstî di pêşkêşkirina daxwazên Kurdan de, dê gotûbêjên li Bexdayê asantir bike, lê eger dîsa Nûrî El-Malikî kandîd be bo pêkanîna hikûmeta dahatî lê rewşa siyasî ya di navbera Hewlêr  û Bexdayê her wek xwe bimîne.”

Di civîna doh a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirdeyên partiyên Kurdistanî de, biryar hat dayîn ku mekanîzma û bernameyekî zelal were danîn daku komîteya danûstandinan a Kurdan li ser bimeşe û gotûbêjan ligel aliyên din ên İraqî bike bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya İraqê.

Nûçeyên têkildar