Serok Barzanî dê sibê ligel YNK bicive û Qubad Talebanî kandîd e bo cîgirê serokwezîr

Hewlêr-KDP.info-Kadroyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku polîtburoya partiya wî bi piraniya dengan Qubad Talebanî bo cîgirê serokwezîr destnîşan kiriye û dê sibê duşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel YNK bicive.
Kadroyê xwiya yê YNKê Rêbaz Bêrkotî ji KDP.info re got: “Destnîşankirina cîgirê serokwezîr ku pişka YNK’ê ye di navbera Hakim Qadir û Qubad Talebanî de bû û biryara polîtbûro zêdetir bi aliyê Talebanî de ye. Ji ber ciwan e û YNK jî di wê baweriyê de ye ku dê zêdetir enerjiya xwe ji bo xizmeta hevwelatiyan serf bike. Herwiha Qubad Talebanî bo wergirtina postê serokwezîr hatiye yekalîkirin.”
Bêrkotî wiha axifî: “Yekîriya Nişîmanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê, hest bi berpirsyarî û parastina destkeftên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û di wê astê de ne, loma ev meseleya han tê yekalîkirin û roja duşemê jî şandeke bilind a YNK’ê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin. Armanca civînê jî gotûbêjkirina yekrêziya Kurd û polîtîkayên Herêma Kurdistanê ye ligel Bexda û çareserkirin wan pirsgirêkên ku berî hilbijartinê û piştî hilbijartinê derketine holê.”




