Roja dûşembê dê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bên raguhandin

Ajans-KDP.info- Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku dê ragehandina ku dê roja pêncşemê encamên dawî yên hilbijartinên encûmena parêzgehên Kurdistanê û roja dûşembê jî encûmena Parlamentoya Iraqê rabighînin.
Di civîneke çapemeniyê de Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Serbest Mistefa got: ‘’Ji sedî 92’ê encamên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê temam bûne û roja pêncşemê li Hewlêrê emê encama ji sedî 100 a dengan rabighînin. Herwiha roja dûşembê jî em dê encama hilbijartinên Parlamentoya İraqê li Bexdayê rabighînin.’‘
Serbest Mistefa wiha axifî: ‘’Emê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên ku çavdêriya hilbijartinan kirine encaman rabighînin, herwiha bi Cd’yê emê encaman bidin her aliyekî siyasî daku her rexne û gazineke wan hebe pêşkêşî komisyonê bikin. Heta niha me 2030 gilî ji aliyê hêzên siyasî ve tomar kirine û ew gilî jî di navbera sor û zer de ne.’‘




