26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siûd Mela: Kirdarên PYDê tenê dikevin xizmeta dijminên Kurdan de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) girtin û nefîkirina serkirde û endamên partiya xwe ji aliyê PYDê ve bi tundî şermezar kir û diyar kir ku Karên PYDê tenê dikevin xizmeta dijminên Kurdan de û ji aliyê xwe ve jî ENKS ragihand ku PYDê dixwaxe jiyana siyasî li navçeyên Kurdan bi dawî were.

Li gor Rûdaw ê, Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S)  girtin û nefîkirina 3 serkirde û 4 endamên PDK-Sê de bo Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir, û ragihand ku “Ev kar bi ti awayekî xizmeta doza kurdî nake û bi tenê dikeve xizmeta rejîma Sûriyê û dijminên Kurdan de”.

Sekreterê PDK-Sê bang li PYDê kir ku sînorekî ji van kar û kiryaran re dane û got ku “Bi van karan, PYDê wê berî her kesî bacê bide, bi nefîkirin û koçkirina xelkê, herêma Kurdî tê firotin”.

Derbarê vegera xwe bo Rojavayê Kurdistanê de, Siûd Mela got ku ew û hevalên xwe yên nefîkirî dê vegerin Rojava û bila bên girtin û têkevin zindanê de.

Herwiha doh, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku sînorekî ji kar û kiryarên hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, danin.

ENKSê daxuyaniyek derbarê girtina endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Beşar Emîn li Hesekê û derkirina wî ji Rojavayê Kurdistanê de, derxist.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Girtin û derkirina Beşar Emîn yek ji wan kiryarên neberpirsyar e ku ji aliyê asayişa PYDê ve li dijî hevalên PDK-Sê û ofîsên wê û hinek rojnamevanan hatine kirine”.

ENKSê tevî ev kiryar bi tundî şermezar kirin, got ku “Armanc jê ewe milimaneyeke di navbera Kurdan xwe bi xwe de derkeve holê û jiyana siyasî li navçeyên Kurdan bi dawî were”.

 

 

Nûçeyên têkildar