25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê 3 serkirde û 4 endamên PDK-Sê bo Herêma Kurdistanê nefîkirin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mistefa Oso ragihand ku 3 serkirde û 4 endamên partiya wan ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û bo Herêma Kurdistanê hatin nefîkirin.

Mistefa Oso ji KDP.info re got ku “Şeva borî asayişa PYDê avêtin ser mala her du endamê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Elî Ibrahîm û Nafih Beyro li bajarê Dêrikê û herwiha mala endamê komîteya navendî Mihemed Saedûn li gundê Besta Sûs ê nêzîkî Dêrkê, û hemû bo Herêma Kurdistanê nefîkirin”.

Endamê polîtbîroya (PDK-S) tekez kir ku herwiha 4 endamên din jî yê partiya wan yên ku bi navê “ Elî Ibrahîm, Lawîn Hesen Keleş, Dr. Qasim Hesen û Pîroz Ekrem Osman.” Ji aliyê asayişa PYDê ve hatin bin çav kirin û bo Herêma Kurdistanê hatin nefîkirin.

Derbarê helwesta partiya wan, Mistefa Oso, ew kirdarên PYDÊ ji girtin û nefîkirina endamê partiya wan şermezar kir û got: “Ew karên ku PYDê dike li tu cihekî li dinyayê nehatine encamdan, û bi ti awayî nakevin jêr berjewendiya pirsa Kurdî û mafên miletê Kurd li Sûriyê de bi taybet di van rojên hestyar de, lê belê ev karên wan tenê dikevin jêr xizmeta neyar û dijminên Kurdan de.”

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) got: “ Divê êdî PYDê bê sekinandin, divê bi hemû rêyên aştiyane em li dijî van karan rawestin, ev kar dûrî mirovatî û kurdewariyê ne”.

Mistefa Oso tekez kir ku ev kar û hêrsa PYDê li dijî wê yekîtiya me ye û li dijî pêkanîna hêzekî siyasî, Kurdî û cemawerî ye li Rojavayê Kurdistanê, herwiha ji bo bi tenê deselata Rojava bigrin û bi tena xwe çarenivîsa miletê me control bikin, ligel van jî ew dibînin ku Partiya me xwedî cemawerekî mezine lewra jî ev yek wan ditirsin e.”

Nûçeyên têkildar