Şewket Berbiharî: PYDê sêmalka ji bo hemwelatyên Rojava venekirye

Pêşabûr-KDP.info-Berpirsê xala sînorî ya Pêşabûrê ew daxuyanya rêveberya Kantona Cezîrê red kir, ku raghandibû ku xala sînorî ya sêmalka ji bo hemwelatyên Rojava hatye vekirin.
Şewket Berbiharî, berpirsê xala sînorî ya Pêşabûrê ji KDP.info re ragihand: “îro pêncşemê rêveberya bi nave Kantona Cezîrê daxuyanîyek belav kiriye ku ji bo berjewendya hemwelatîyên Rojavayê Kurdistnê wan biryar daye ku dergehê Sêmalka vekin û ji bo vê yekê jî dê ligel rêveberya li alyê Herêma Kurdistanê bicivin, lê Berbiharî ji bilî ku ev nûçe red kir, tekez kir ku dergeh hîna girtye.”
Berpirsê xala sînorî ya Pêşabûrê got: “Ev sê roj bûn, 200 kes ji xelkê Rojavayê Kurdistanê dihatin ser sînor jibo ku vegerin malên xwe û me jî peywendî bi berpirsê sînor li aliyê Rojava re dikir ku hejmarek mezin ji xelkê nexweş û xwendevan hatine ser sînor û dixwazin bi yekcarî vegerin cih û malên xwe lê wan rê neda bi hênceta ku berpirsên di ser wan re rê nadin.”
Herwiha Berbiharî got: “Roja din ew neçar man ku 22 kesan bi rêya qeyikê re bişînin Rojavayê Kurdistanê, lê di dema ku qeyik gehîşt alyê Rojava her yekser ji aliyê çekdarên PYDê vesivkatî bi wan hate kirin û xwedyê qeyikê hat girtin û bi dare zorê ew kes birin û heta seat 10ê şevê jî li bajêrê Dêrkê man girtî.”
Rêveberê dergehê Pêşabûrê herwiha tekez kir: “Li aliyê Herêma Kurdistanê çi carî dergeh nehatye girtin û nayê girtin û dê ji bo haletên mirovî û vegera hemwelatyan bo Rojava û derbaskirina her vekirî be.”




