Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Asayîşa Cîhanî bû
__2014_05_15_h20m43s59__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Bi beşdarbûna nûnerê Herêma Kurdistanê û 60 welatên din yên cîhanê Konferansa Asayîşa Cîhanî (GLOBSC2014) li bajarê Bratislava paytexta Slovakyayê dest pêkir.
Ji bona gotûbêjkirina stratejiya siyaseta derve, êkonomî û asayîşa cîhanê, îro roja pêncşemiyê 15ê gulana 2014ê li Silovakiyayê, bi amadebûna hijmareke wezîrên derve, siyasetmedar, diplomatkar, şareza û pisporên warê asayîşê ji Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn, Korbenda Asayîşa Cîhanî dest bi karên xwe kir û dê sê rojan dewam bike.
Panel û semînarên korbendê ji aliyê wezîr û berpirsên bergiriyê, karûbarên derve û acendeya aborî ji Waşîngtonê bo Pakînê tên pêşkeş kirin û nûnerên rêxistinên navdewletî û şarezayên serbixwe beşdariyê tê de dikin.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî, îsal beşdariyê di vê korbenda cîhanî de dike û çend hevdîtin û civînan digel hijmareke wezîrên derve yên welatên cîhanî encam dide.




