26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çekdarên PYDê êrîşî ofîsa PDK-S li Çilaxa jî kirin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Piştî êrîşa ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê-sûriyê (PDK-S) li Girkê legê, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê êrîşî ofîsa wan li bajarokê Çilaxe jî kirin.

Li gor xelkên deverê ku ji KDP.info re ragihandin, îro sibeha pêncşemê 15/5/2014 derdora sest 9 bi dema Qamişlo çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê  (PDK-S) li bajarokê Çilaxa kirin û û arma ku ala Kurdistanê û nav û durşmê wê partiyê li pêşiya ofîsê hatiye daleqandin rakirin û ligel xwe birin û gefa girtinê li endamên PDK-S xwarine ku eger çalakiyên xwe ranewestînin.

Ev yek jî piştî girtina serkirde û endamên PDK-S di çend rojên borî de tê, û herwiha pişî êrîşa doh ya ji aliyê PYDê de li ser ofîsa PDK-s li bajerokê Girkê legê yê Rojavayê Kurdistanê.

Hinceta asayişa PYD’ê bo êrîşa ser ofîsên PDK-S ew e ku PDK-S mohlet ji rêveberiya xweseriya demokratîk wernegirtiye da karê xwe bike, ji ber ku berî demekê rêveberiya Kantona Cezîrê, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiye ragehandin, yasayek bi navê yasaya partiyan pejirandin û ev gav bû cihê nerazîbûna hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û hemû aliyan, ji xeynî PYD û hevalbendên wê ve, ew yasa red kirin.

Tevî ku ne PYD û ne jî hevalbendên wê û hemû partiyên din ên siyasî pêdagirê vê yasayê nebûne û bê molet kar dikin, lê doh asayişa PYD’ê arma ofîsa şaxê Girkê Legê û îro jî ofîsa Çilaxe yên PDK-S  anîne xwar bi hênceta ku partiya navbirî mohlet wernegirtine.

 

 

Nûçeyên têkildar