PYDê Beşar Emîn li Hesekê girtin û bo Herêma Kurdistanê nefî kirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Endamekî polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku endamê polîtbîroya wan Beşar Emîn ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, şev din hat girtin û bo Herêma Kurdistanê hat nefî kirin
Mistefa Oso ji KDP.info re ragihand: “Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S)Beşar Emîn nîvê şeva derbasbûyî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke asayişa PYDê ve hat girtin û vê sibehê bo Herêma Kurdistanê hat nefî kirin”.
Herwiha doh, Asayişa (PYD) li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bi hênceta karkirina bê mohlet bi ser ofîsa wî bajarokî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) de girt û tabeleya wê partiyê anî xwar û bi xwe re bir.
Li gor zanyariyan, dema ku hêzên asayişê avêtin ser ofîsê dilgiranî li ba alîgirên PDK-S’ê çêbû û gotegot di navbera wan û endamên asayişê de derket, lewma berpirsên opfîsê destêwerdan û alîgirên xwe rawestandin da arîşeyek çênebe û hêzên asayişê tabeloya ku navê PDK-S û logoya wê li ser bû anîn xwar û bi xwe re birin.




