26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Birîkarê Wezareta darayî Iraqê: Birîna qutê xelkê ragihandina şer e li dijî gelê Kurd

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Birîkarê Wezareta darayî ya hikûmeta Iraqê behsa birîna mûçeyê fermanberên Kurdistanê kir û xuya kir ku ew gava hikûmeta Malikî ragihandina şerekî ye li dijî Kurdan.

Fazil Nebî, birîkarê Wezareta Darayî ya hikûmeta Iraqê ji KDP.info got: “Ez rojane pêwendiyê bi Bexdayê re dikim û heta niha tu guhertinek bi ser helwîstê Serokwezîr da nehatiye himber birîna qutê xelkê Kurdistanê, ji ber ku ew helwîste tenê guzarişte li Malikî û 4 kes ji wê birînê berpirsiyar in, ew jî Nûrî Malikî Serokwezîr û Hisên Şehristanî cîgirê Serokwezîr û wezîrê Neft û Wezîrê Darayî.”

Herwiha Nebî tekez kir ku “Birîna mûçeyê xelkê pûçkirina destûrê Iraqê ye û di tu zagonekê de nîne tu bê û mûçeyê fermanbera bibire, li gor zagonê tu kes nikare mûçeyê karmendên hikûmetê bibire, lewra ev karê Malikî ne yasayî ye.”

Birîkarê Wezareta darayî ya hikûmeta Iraqê diyar kir ku “Birîna mûçeyê karmendên dewletê wataya ragihandina şerekî pîse dijî xelkê Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar