26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed: YNK xwest ku çend rojekî din bidin wan bo di nav xwe de postan yekalî bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar bû îro çarşemê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê li hev bicivin, lê gor Endamê polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed civîna wan hat paş xistin.

Endamê heyeta danûstandinkar yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Endamê polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevaniyê de bal kişand ku heta niha YNKê li ser namzedê xwe ji bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hev nekirine .

Mehmûd Mihemed ragihand ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji PDKê xwestiye ku çend rojekî din bidin wan bo di nav xwe de postan yekalî bikin.

Mihemed ew zaniyarî red kirin ku dibêjin PDKê pêşniyar kiriye ku dezgeha asayişê bibe wezaret.

Endamê heyeta danûstandinkar yê Partiya Demokrat a Kurdistanê diyar kir ku YNKê endamê polîtbîroya xwe Îmad Ehmed şandiye û daxwaza lêborînê kiriye.

Herwiha Mehmûd Mihemed di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku YNK Îmad Ehmed şandiye cem heyeta PDKê û daxwaz jê kiriye ku civîna îro were paş xistin.

Nûçeyên têkildar