Qayimqamê Şingalê: Avakirna fewceke Pêşmerge bo Şingalê gaveke girînge û cihê destxweşiyê ye

Şingal-KDP.info-Qayimqamê qezaya Şingalê xuyakir ku avakirina fewceke Pêşmerge li qeza Şingalê gaveke giring û erênî ye û dê xizmeteke mezin bighîne navçeyê.
Meyser Hecî Salih qayimqamê qezaya Şingalê ji KDP.info ragihand ku pêkanîna fewceke taybet ji hêzên Pêşmerge li qezaya Şingalê bi biryara Nêçêrvan barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê cihê dest xweşiyê ye û gelekî girîng û erênî ye, ji ber ku ew fewce dê ji 2 aliyan ve xizmetê bighîne Şingalê.
Qayimqamê Şingalê tekez kir ku dê ji aliyekî ve ew fewce ewlekariya deverê biparêze û ji aliyekî dî ve dê gencên wan di nav wê fewca nû de bêne damezrandin ku biryare ji 500 heta nêzîkî 1000 kesî pêk bê.
Salih Hêvî xwest ku di demeke nêzîk de ew fewce bê avakirin û got jî dê bi rêya wê fewcê re rêjeya bêkariyê li deverê kêm bibe.




