Serokê Herêma Kurdistanê serxweşî li Erdogan kir
__2014_05_14_h18m30s47__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, di peyamekê de xemgînbûma xwe himber karesata agirketina kanaya rejû ya welatê Tirkiyê derbirî û serxweşî li Erdogan Serok Wezîrê Komara Tirkiye kir. Ev jî tekesta wê ye:
Birayê min ê birêz Receb Tayyip Erdogan Serok Wezîrê Komara Tirkiye
Silavekî germ
Bi bihîstina nûçeya karesata diltezîna agirketina kanaya rejû(komir) ya li bajarê Manîsa ya welatê we ya li roja sêşemê 13.05.2014 gelek xemgîn bûm ku bi wê sedemê hejmareke zêdeyê karkeran canê xwe ji dest danû hejmareke din jî birîndar û bê ser û şûn bûn.
Pirse û serxweşiya xwe û gelê Kurdistanê bi we yên rêzdar û gelê Tirkiye û malbat û kesukarên qurbaniyên wê rûdawa diltezîn radigihînim. Hêviya peydakirina bê ser û şûnan û başbûneke lezgînî ji bo birîndarên wê karesatê dixwazim.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.05.2014




