Serok Barzanî pêşwaziya heyeteke wezareta pêşmerge kir

Hewlêr-KDP.info-Serokê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke wezareta pêşmerge bi Serokatiya Birîkarê Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Îro çarşem 14.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Enwerê Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke kadîrên serbazî û Pêşmergeyên kevin kir.
Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û di derbarê pêvajoya Pêşmergeyên Kurdistanê de guftûgo kirin û Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.




