25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsê rêxistina KÇDKê li Dihokê hat azad kirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info-Berpirsê rêxstina Partiya Çareseriya Dîmokrat ya Kurdistanî KÇDKê‌ li Dihokê, yê bi navê (Ebdulle Ismaîl Ebdulle) nasiyar bi (Ehmed Rêkanî) piştî 8 rojan ji aliyê asayşa Dihokê ve bi rengekî yasayî û li dîf biriyara dadwerê vekolîna Asayşa Dihokê, li ser babetekê emnî ku girêday bi asayişa Herêma Kurdistanê ve hatiye desteser kirin, doh jî hate azadkirin.


Di konfiransekî rojnamevanî de (Ebdulle Ismaîl Ebdulle) nasiyar bi (Ehmed Rêkanî) diyar kir: “Desteserkirina min ji aliyê asayişa Dihokê ve jiber kurê min bû, ku perî dû salan gehştiye nava rêzên PKKê û berî çend rojan li Rojavayê Kurdistanê hatiye birîndarkirin û bo çareseriyê hatbû Herêma Kurdistanê û cardin vegerya ye Rojavayê Kurdistanê, asayişê divya pêzanîna liser kurê min werbigirin ka niha li kude ye.”

Ehmed Rêkanî, diyar jî kir ku çi karên ne ciwan ji aliyê asayişa Dihokê ve digel min de nehatîne kirin.

Berî nuke jî rêveberiya asayişa parêzgeha Dihokê runkirinek belav kir bû, ku Ehmed Rêkanî li rêkefta (6/5/2014) ji aliyê me ve hatiye girtin bi rengekî yasayî û li dîv biriyara rêzdar dadwerê vekolîna asayişa Dihokê li ser babetekê emnî ku girêday bi asayişa Herêma Kurdistanê ve heye, û niha jî li girtîxana Zirka ragirtiye û her kesek ji xêzan û kesukarên wî û parêzerê wî dikarin seredana wî bikin, û vekolîn di babetê navbirî de ya berdewame.
 

Nûçeyên têkildar