Obama bo şanda hevpeymaniya Sûrî: Cihê Esed di pêşeroja Sûriyê de nîne

Ajans-KDP.info-Serokê Emerîka, doh, li gel şanda hevpeymaniya Sûrî ya opozisyonê civiya û ragihand ku cihê Beşar Esed di pêşeroja sûriyê de nîne û teqez li ser çareseriya siyasî bo qeyrana Sûriyê jî kir.
Di beyannamekê de Koşka Sipî ya Emerîka ragihandiye ku her yek ji serokê Emerîka û şêwirmendên xwe tekez kirine ku Beşar Esed rewatiya xwe bo rêvebirina Sûriyê bi temamî ji dest daye û êdî cihê wî di pêşeroja Sûriyê de jî nîne.
Di beyannameyê de hatiye ku opozisyona Sûrî û rêveberiya Emerîkayê tekez li ser pabendbûna bi çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê kirine bo guhastine berve desthilateke nû ya hukimraniyê.
Her weha di civînê de Barak Obama ji hevpeymaniya opozisyona Sûriyê xwestiye ku nêrîn û bûçûnên xwe bo hikûmeteke ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê bike berfereh bike.
Her du aliyan jî behsa metirsiya û geşedana tundrewiyê li Sûriyê kirine û li ser pêdiviya berengarbûna komên tundrew rêkeftine.




