Polîtbîroya PDK-S: PYDê krîzan çêdike ji bo ku Kurdan dûr bixe ji xebata ji bo mafên gelê Kurd

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), di daxuyaniyekê de ragihand ku PYDê krîzan çêdike ji bo ku tevgera siyasî ya Kurdî dûrî xebata ji bo mafên gelê Kurd bixe û karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina yekrêziya Kurdan.
Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gehiştiye destê KDP.info, diyar kir ku “PYDê ji destpêkê de li dijî yekgirtina her çar partiyan wan rawestiyaye, ev yek jî di rêya girtina deriyên sînor li ber endamên kongreya wan”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “PYDê û hêzên bi ser wê ve ji dema ku PDK-Sê hatiye damzirandin de guvaşan li ser vê partiya nû dimeşîne, ji bo ku çalakiyên xwe destpê neke û herî dawî jî nehişt sekreterê PDK-Sê Siûd Mela yê ku ji roja înê ya borî ve li ser sînore li aliyê bajarê Dirbêsiyê, vegere Rojavayê Kurdistanê”.
Polîtbîroya PDK-Sê tevî şermezarkirina wan karan, PYDê bi wê yekê tometbar kir ku “krîzan çêdike ji bo ku tevgera siyasî ya Kurdî dûrî xebata ji bo mafên gelê Kurd bixe”, herwiha got ku “PYDê karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina yekrêziya Kurdan û di rêya gef, tundî û girtinê r, aştiya civakî li navçeyên Kurdan dixe bin metirsiyê”.




