26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Tirkiyê zêdetirî 200 karker hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Di encama hilweşîn û şewata ji ber teqîna trafo ya li kana komirê de li parêzgeha Manîsa li rojavayê Tirkiyê de 201 karker mirin.

Wezîrê eneriyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ragihand ku heta niha 201 karkeran di teqîna kaniya kûmiran hatine kuştin û 80 kes jî birîndar bûne.

Yildiz eşkere kir ku 787 karker di nav kaniyê de bûn û pêşbînî kir ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Wezîrê enerjiya Tirkiyê got ku eger sistî û xemsariyeke di kaniyê de hebe ewê bêdeng nemînin û tedbîrên pêwîst bistînin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re şand.

Nûçeyên têkildar