Ban Ki-Moon destberdana Lexzer Îbrahîmî pejirand

Ajans-KDP.info-Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî (NY), destberdana nûnerê taybet ê NY û Erebî bo Sûriyê Lexzer Îbrahîmî pejirand.
Ban Ki-Moon Ban Ki-Moon tekez kir ku Îbrahîmî gellek astengî di karê xwe de dîtin ji ber ku alîkariya wî nedihat kirin û got ku wê erkekî din di zûtirîn dem de bidin Îbrahîmî.
Îbrahîmî ji aliyê xwe ve jî eşkere kir ku ev bêtirî salekê ye ew hizra destjikarkişandinê dike û got ku ew ji rewşa Sûriyê dilgiran e ji ber ku wî dest jê berda beriya çareyek ji kirîza Sûriyê re bê dîtin û da xuyakirin ku di baweriya wî de wê kirîza Sûriyê bidawî were lê piştî ku gellek kes bibine qurbanî.




