Serok Barzanî:Êdî dema wê hatiye kurd biryara xwe ya dawî bidin

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihnad, îhtimala wê heye kurd beşdarî di hikûmeta nû ya Iraqê de nekin û diyar kir ku “êdî dema wê hatiye kurd biryara xwe ya dawî bidin”.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel ajansa Reutersê, ragihand ku îhtimala wê heye kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nebin.
Mesûd Barzanî, diyar kir ku çimkî kurd nikarin bi vî rengî beşdarî hikûmeta Iraqê bibin û wiha got: “Êdî dema wê hatiye ku kurd biryara xwe ya dawî bidin. Em êdî sebir nakin. Eger me hikûmeta Iraqê baykot kir wê demê emê parlamentoyê jî baykot bikin.”
Serok Barzanî, di beşek din a hevpeyvîna xwe de li ser Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî got, kêmasî hemû ne yên Malikî ne lê wek serokwezîr û fermandeyê hêzên çekdar ên Iraqê berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê wî û wiha anî ziman: “Ew Malikiyê ku me berê nas dikir ligel Malikiyê niha cuda ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê, li ser sebeba dûrketina ji Malikî jî got, wan di heyama 4 salên borî de ti hevbeşiyek ji Bexdayê nedîtine û wiha anî ziman: “Çimkî hemû biryar ji aliyê kesekî tenê ve dihat dayîn. Li Bexdayê her tişt ketiye bin destê desthilatê. Ev jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Em dixwazin bibin şirîk ne dûvik.”
Li ser arîşeyên aborî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serok Barzanî got, her kesê ku bûdceya Herêma Kurdistanê kêm bike dê baca wê bide, eger wisa hizir dikin ku kurd dê bi van tiştan dest ji mafên xwe yên rewa berdin, xelet hizir dikin.
Derbarê hinartin û firotina nefta Kurdistanê de jî Serok Barzanî got, me biryareke siyasî daye û emê bi awayekî serbixwe li ser firotin û hinartina petrolê berdewam bin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Eger naxwazin em bi wab re bin, bera bi eşkere ji mere bêjin, eger Bexda li ser gefên xwe berdewam be, emê jî ber bi serbixwebûnê ve gavan bavêjin. Rêfrandomê encam bidin û bera xelk biryara çarenivîsa xwe bidin.”
Serok Barzanî di dawiyê de behsa sere li Enbarê kir û got: “Li her welatekî ew sitratîjiyet li gel milet birêve biçe, ew bi mana bi dawî haina welate, ev yek metirsîdartirîn mijar e û ew yek dawiya Iraqê ye.”




