26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erebên Devera Zûmar dixwezin fîtnan bixin navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê

Çavkanî: KDP.info

çend jêderên cîhê baweriyê û Şîniyên Devera Zûmar  ragihandin, ku Erebên ku berê ji aliyê Rejîma Baesê ve ji bo Deverê hatine veguhastinhew, pêkol dikin ku  planan dabin bo afrandina nakokî û aloziyan di navbera Supayê Îraqû hêzên pêşmerge de li evê derverê.

Herweha ev Jêderên han eşkere kirine ku, êl û eşîrên Mîra, Mîsareşî û Hesna ku, ji aliyê Rejîma Basê ve bo Deverê hatine weguhastin planek amade kirine daku, di navbera hêzên Pêşmerge û Supayê Îraqê de şer derkeve.

Her di evê derbarê de, Serokên wan Eşîran di nava mala kesekî bi navê Elî Seray Meyûf civiyane û nav hatî ji wan re gotiye ez dikarim bi şev bi çekên giran êrîşa hêzên pêşmerge û Supayê Îraqê bikim û bi vê awayî pêşmerge û Supayê Îraqê dest bi şerê hevdu dikin.

Nûçeyên têkildar