26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêm: kengî Encumena Nûneran mîhvandariya min bike, ez amademe behsa hemû rastiyan bikim

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li hinek medyayên Iraqî de weha hatiye belavkirin ku hejmarek ji Parlementerên Iraqê mijulin ji bo mîhvandarîkirina min daxwazek pêşkêşî Serokayetiya Encumena Nûneran bikin.

Rêzekî min ê zêde ji bo wê Encumenê heye ku bi hemû pêkhatên xwe ve nûnerayetiya hemû gelê Iraqê dike û şanaziyê jî bi wê yekê dikim ku hindî şiyana xwe me beşdarî li afirandina hal û mercekî weha kir ku îro Iraq bûye xwedî Encumenekî weha.

Ji bo wê yekê her demek ew Encumen bixwaze mîhvandariya min bike amademe li ber wan amade bim û behsa hemû rastiyan ji bo wan bikim.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/07/2012

 

Nûçeyên têkildar