Serok Barzanî û Adil Ebdulmehdî pêvajoya siyasî û emniya Iraqê guftûgo kirin

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê û Adil Ebdulmehdî serkirdeyê Encûmena Bilinda Islamî ya li Iraqê di hevdîtinekê de pêvajoya siyasî û emniya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan.
Îro sêşem 13.05.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî serkirdeyê Encûmena Bilinda Îslamî ya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emniya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê li 30 ê nîsana derbasbûyî kir û birêz Adil Ebdulmehdî wêneyekî giştî ya proseya hilbijartinê ya li Başûrê Iraqê ji bo Serok Barzanî xisterû. Her wiha behsa çawayiya birêveçûna hilbijartin û pêşbîniyên encama hilbijartinê kirin.
Her li vê hevdîtinê de paşaroja siyasiya Iraqê li jêr ronahiya encamên hilbijartinê hatin nirxandin.




