26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê nahêle zêdetirî 200 penaberên Rojava vegerin ser cih û malên xwe

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Ev 2 rojin zêdetirî 200 penaberên Rojavayê Kurdistanê li ser xala Sêmalka mane û PYDê nahêle biçin ser cih û malên xwe li Rojava.

Şewket Berbeharî , rêveberê xala sînorî ya Pêşabûr ji KDP.info re ragihand ku: Ji aliyê me ve xala xala sînor bo her alîkariyekê bo penaberên Rojavayê Kurdistanê vekiriye, çi ji Başur biçin Rojava yan çi ji wî rexî bên. Lê ev demeke dergehê Sêmalka ji aliyê Rojava de girtiye û nahêlin hatin û şûn bê kirin.

Berbiharî diyar kir ku ev 2 rojin zêdetirî 200 penaberên Rojavayê Kurdistanê li aliyê Herêma Kurdistanê ne, ku ji ber nexweşiyê serdana herêmê kiribûn û dixwazin vegerin Rojava ser cih û malên xwe, lê PYDê nahêle biçin.

Herwiha rêveberê xala sînorî ya Pêşabûr got: Me pêwendî bi aliyê Rojava re kir ku rê bidin van penaberan bo vegerin malên xwe, lê wana got ku biryar ji serkirdayetiya PYDê hatiye ku rê nedin tu kesî ku biçe û bê.

Nûçeyên têkildar