Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetê Serokê Rûsyaya Federal yê Karubarê Rojhilata Navîn kir

birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Mîxayîl Ogdanof Nûnerê Taybetê Serokê Rûsyaya Federal yê Karubarê Rojhilata Navîn û Cihgirê Wezîrê Derve û şanda li gel kir ku ji birêz Yurî Sîntîurîn Cihgirê Wezîrê wizeyê(Enerjî) Rûsya û hejmarek ji Cîgir û Balyozê wî welatî li Iraq pêkhatibû.
Li hevdîtinê de, di derbarê pêwendiya dû qoliyên di navbera Rûsyaya Federal û Herêma Kurdistanê hate guftûgokirin û pêwîstiya geşepêdana wan bi wî cûreyî ku xizmeta berjewendiya her du gelê dost bike.
Li vî derbarî de Nûnerê Taybetê Serokê Rûsyaya Federal yê Karubarê Rojhilata Navîn bi navê Serok Putin ve bi awayekî fermî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku serdana Rûsyaya Federal bike û serdana wî jî li dawiya heyva Tişrîna duyema îsal da bête encamdan.
Herweha Nûnerê Taybetê Serokê Rûsyaya Federal ragihand ku Moskowa bi girîngiyeke mezin ve temaşa vê serdana Serok Barzanî dike û daxwaz û hêviyeke mezin jî heye ji bo çespandina bingeha bi hêzên wan pêwendiyên dîrokî û eve jî ragihand ku xelkê Rûsya hevsoziyekî mezin li gel gelê Kurdistanê da heye, bi taybetî jî li gel Serok Barzanî.
Serok Barzanî ji bilî qebulkirina daweta Serok Putin, balkişand li ser wê pêwendiya dîrokiya di navbera her du gelê Kurdistan û Rûsyaya Federal û ronahîkir ku bingehekî hevbeş û hevsoziyekî zêde wan kom dike û daxwaza Herêmê jî li berfireh kirina asoya pêwendiya li gel Rûsyaya Federal da dupatkir.
Herweha li vê hevdîtinê de guftûgo di derbarê rewşa rudaw û pêşhatê siyasiyên li ser asta Iraq û navçeyê kirin.




