Herdu kompanîyan TOTAL û Marathon Oil bihev re tên Kurdistanê

Herdu kompanyayên TOTAL a Fransayî û MARATHON a Amerîkayî bi hev re rêkevtin, da ku bi hevre li herêma Kurdistanê dest bi karê veberhênana petrolê bikin û Serokê kompanîya Marathon jî xoşhalîya xwe li hember karkirina wan li devereka des lê nehatîya dan a wek herêma Kurdistanê nîşan daye û dibêje: "herêma Kurdistanê di cîhanê de bi herêmeke dewlemend bi haydrokarbon tê naskirin."
Malpera rojnemya Glob a Amerîkayî belav kiriye, ku îro sêşembîyê kompanyaya MARATHON a Amerîkayî ragihandiye, ku girêbesteke berdewam li gel kompanyaya TOTAL a Fransayî îmza kiriye da ku her du kompanya bi hevbeşî di kerta petrol herêma Kurdistanê de kar bikin.
Malpera rojnameya Glob ragihandiye, ku li gor rêkevtina seretayî, kompanyaya TOTAL rêjeya %35 a pişkên kompanyaya MARATHON di her dî kêlgeyên petrolîyên Herîr û Sefîn de kirriye û kompanyaya MARATHON jî bi hebûna rêjeya %45 pişkan dê beşdarî die wan her du blokên petrolê de bike. Li gel ewê çendê jî hatiye xuyakirin, ku renge rêjeya pişkên her du alîyan zêde yan jî kêm bibe.
Her li gor heman nûçeyê, hukûmeta herêma Kurdistanê jî dê bi rêjeya %20 di karê weberhênan û cîbicîkirina projeyên her du blokên Herîr û Sefîn de li gel her du kompanyayên TOTAL û MARATHON hevkarîyê bike.
Kompanyaya MARATHON nêçeya rêkevtina xwe ya li gel kompanyaya TOTAL li ser malpera fermîya xwe jî belav kiriye û tê de daye xuyakirin, ku her du kompanya bi hev re li du blokên petrolîyên Herîr bi rûberê 174 hezar Hektar ûSefîn bi rûberê 105 hezar Hektar dê kar bikin ku her du blok jî dikevne bakûrê rojhilata Hewlêrê.
Rojnameysa Glob herwisa ragihandiye, ku serokê kompanyaya MARATHON Annele R Bay xoşhalîya xwe nîşan daye ku bi kompanyaya TOTAL re di asteke bilind de karê hevbeş dikin.
Herwisa Anele R Bay gotiye: ´´herêma Kurdistanê di cîhanê de bi herêmeke dewlemend bi Haydro karbon hatiye naskirin û li gel ewê çendê de me şanseke mezin hebûye kuli herêmeke dest lê nedayî wek herêma Kuridstanê dikarîn karê weberhênan û deranîna petrolê bikin.´´
Serokê kompanyaya MARATHON daye xuyakirin, ku ew bi kompanyaya TOTATL re di asta lêgerîn, vedîtin û pîwandin û hilkolîna bîrên petrolê û deranîna petrolê de bi hev re kar dikin.
Li gor evê nûçeyê weha dihê çaverêkirin, ku heta heyva September a îsal naveroka rêkevtina navbera her du kompanyayan bigihîje encama dawî.
Herwisa weha hatiye baskirin, ku di 30 July a îsal de yanî doh karê hilkolîna bîrên petrolê di bloka Herîrê de dest pêkiriye û biryar weha jî ye, ku hilkolîna bîrên petrolê di bloka Sefîn jî de di nîveya yekem a sala 2013 de dest pêbike.
Kompanyaya MARATHON yek ji kompanyayên serbixwe ya kerta taybetîya Amerîkayê ye û baregehê serekîyê wê li bajarê Hoston a li eyaleta Teksasê ye. Herwisa xêncî herêma Kurdistanê, ew kompanya li Amerîkaya Bakûr, Afrîqa û Ewropa karê werberhênana petrolê dike û heta dawîya sala 2011 de 1.8 Biliyon bermîl petrol berhem anîye.




