26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Desteya Destpakiyê: Zêdetirî 870 berpirs mal û milkên xwe ji mere diyar kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDK.info-Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku ji 1080 formanên, ku bi ser berpirsan de hatibû belav kirin bo diyarkirina mal û milkên wan,heta niha 874 form ji wan re hatine dagirtin û vegerandin 

Enwer Ehmed Mustefa, Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku wan berî sê mehan 1080 form bi ser endamên parliyamenta Kurdistanê û encûmena dadweriya Kurdistanê de parvekiribûn, belê heta niha 874 form ji wan re hatine vegerandin.

Mustefa weha jî da xuyakirin, ku hemû endamên encûmena dadweriyê form pirvekirine, belê ji 111 endamên parliyamneta Kurdistanê, heta niha 86 endaman û 31 şêwermend ew form pirvekiriye.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê, weha jî da zanîn, ku ji bo lêkolînan di bareya pirvekirina ewan forman de û damezrandina dadgeha lêkolînan a ser bi desteya destpakîya herêma Kurdistanê, wana daxwaz ji encûmena dadweriyê kiriye, ku sê dadweran ji wan re berdest bike.

 

Nûçeyên têkildar