Bersivek bo (Dûran Kalkan û Hekem Xelo) û Hevalên wan

Elî Selîm Feqê
Çiqasî dem diçe hiqasî girîngiya kolandin xendeqa ser sînorê Sûriyê zêdetir dibe, ew xendeqa ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo rêgirtinê li pêşya qaçaxê û tîrorê kolaye. Xendeqê çoga qaçaxê û terorê şikenand û armanca xwe bi cîh anî û tîbûna PYDê û aliyekî tûndrew ji nav PKKê ligel hevpeymana wê ya cihê gumanê, birî, lewra berdewam bi awayekî dûr ji rastiyê behsa wê xendeqê dikin û kirne madeyek bo ragihandina bê wate. Hikûmeta Herêmê bi awayekî gelek jîr biryara kolandina xendeqê da û ev kar encamda, çunkî asayiş û jiyana xelkên Herêmê ji ewlewiyatan bû.
Malpera Firatnews, ku ser bi aliyekî tundrew e ji nav PKKê di çend rojên derbasbûyî de hevpeyvînek ligel her yek ji Dûran Kalkan, endamê desteya rêveber a KCK (ku bi eslê xwe Turk e) û Hekem Xelo Serokê Encûmena Zagonsaz a PYDê, encam daye û herdûka bi awayekî gelekî dûr ji rastiyê behsa Partiya Demokrat a Kurdistanê kirne.
Wek ronya rojê xuyaye ku ew dijayetiya ji aliyekî tundrew di nav PKKê û PYDê ya ku ser bi muxamerata Sûriyê ve ye li himber PDKê, vedgere bo 2 sedemên sereke:
Yememîn: Ya yekê ew e, ku PDKê kar kirye ku hemû hêz û aliyên Kurdên Rojava di bin yek mala neteweyî de kom bike û bi hewlên Serok Barzanî rêkeftina Hewlêrê hatiye çêkirin, ku ew e rêkeftina ku tekez li ser yekdengiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikir. Ew heval li dijî yekîtî û yekrêziya gelê Kurd in û her bo jihevdûrbûnê û jihevketinê û dijminayetiyê di nav Kurdan de hatine damezrandin.
Sedema dûyemîn bo dijayetiya PYDê bo PDKê vedgere, ji ber ku PDKê ji aramiyê, aştiyê, pêkvejiyanê û îstiqrarê hez dike. Ji bo ku gelê Kurd pêşbikeve pêwîstiya wî bi seqamgîriyê û xwe parastinê heye li himber êrişên tîrorê. Lê yên mîna (Dûran Kalkan û Hekem Xelo) ji aştiyê û seqamgîriyê û îstiqrarê direvin, lewra herdem kar bo belavbûna tundûtîjiyê û şer dikin û li dijî aştiyê disekinin.
Bera hemû kes zanibin ku gelo helwîstên PDKê xerab û dijminkarî ne yan kirdar û siysetên PYDê û tundrewên nav PKKê, emê çend helwîstên PYDê diyar bikin û hûn bi xwe hikim bikin ku ji dijminayetiyê û xerabiyê pêve çi jê wêde heye:
1-PYDê xiyanet kir û pişta xwe da xuşk û birayên xwe û rêkeftina Hewlêrê pûç kir û li dijî yekrêziya gelê Kurd kar dike.
2- PYDê li dijî Kurdan û şoreşa Sûriyê ligel rêjîmê û dezgehên muxaberatên wî welatî rêkeftiye û bi zora çek û bi piştevaniya hikûmeta Sûriyê Rojavayê Kurdistanê hatiye dagîr kirin.
3- PYDê bi alîkariya rêjîmê, Rojavayê Kurdistanê wêran kirye û hemû hêzên têkoşer dûr xistine.
4- Di bin siya vê dîktatoriyetê de, girtin, kuştin û qedexe kirin li dijî xebata aliyê siyasî yên Kurdî û mîdiya û rêxrawan, peyda bûye.
5- PYDê Ala Kurdistanê û edebyata neteweyî di wî beşê Kurdistanê de qedexe kirye.
6- Bi darê zorê û bi çekan xwe feriz kirye, destê xwe danîne ser bazirganiyê û qutê jiyana xelkê, her roj bac û peran ji penaberan destîne.
7- PYDê ji bo kişandina raya giştî bo aliyê xwe, ligel girûpên çete yên tîrorîst têkelî û sînaryoyên cihên gumanê girêdan e.
8- PYDê bi siyasetên xwê hiştiye ku cîhana derve li kurdan binerin wek hevalbendên rêjîmê. PYDê dixwaze pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi ya rêjîmê ve girêbide û ew jî cihê metirsiyê ye, çunkî tu pêşeroja baş ji rêjîmê re nîne û opozîsyon ji aliyê xwe ve PYDê wek beşek ji rêjîmê hesab dike.
9- Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo parastina hemwelatiyên xwe, îcratên emnî zefitir kirin û sînorê Sêmalka bi fermî vekir û xendeq kola bo rêgirtin li qaçaxê û tîrorê, lê me dît PYDê dergehê fermî yê (Sêmalka) girt in û bi alîkariya leşkerê Iraqê û bi hevbeşî ligel Daişê Til Koçer sitandin, û niha jî hemwelatiyên Rojava li Til Koçerê tên binçav kirin û bi çûk kirin ji aliyê Ereban ve.
Li vêde pirs ew e, kîjan kar cihê xerabî û şermezariyê ye? Ew helwîstên PYDê yên nehêjayî yan hesta PDKê ya cihê berpirsyaretiyê? Ma wê çi biba eger PYDê serê xwe bilind kirba û ligel yekdengiya Kurdî ba û girêdayî rêkewtina Hewlêrê ba?




