25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêrşên terorîstan 4 hezar û 500 malbatên Kurdên Êzdî ji cihên karê wan derxistine

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info-Ji roja pêncşemê derbasbûyî heta niha, ji tirsa hêrişên terorîstan 4 hezar û 500 malbatên Êzdî yên ku li navçeya Rebîe ya ser bi parêzgeha Mûsilê bi sedema kar li wê deverê niştecîh bûn, cihên karê xwe bi cîh hiştine û bûne aware li devera Şingalê û derdora wê.

 Seîd Memozînî, Berpirsê ragihandina liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsil ji KDP.info re ragihand ku: Piştî ku roja pêncşema derbasbûyî 6 Kurdên Êzdî ji aliyên terorîstan ve hatin kuştin û gef li wanê din hat xwarin, ku eger devera xwe bi cêh nehêlin dê wan jî bikujin, heta niha 4 hezar û 500 malbatên revyane û vegeryane Şingalê û derdora wê.

Herwiha Memozînî got jî: Ew hemwelatî ji ber hejariyê û nebûnê çûbûn navçeya Rebîe û li wir kar dikirin, lê terorîstan gefên kuştinê li wan kirine, tenê ji ber ku Kurd in.

Berpirsê ragihandina liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê tekez kir ku, niha tenê 15 malbat li navçeya Rebîe mane û ew jî dixwazin vegerin Şingalê.

Li dawiya heftiya derbasbûyî de li navçeya Rebî'e ya ser bi parêzgeha Mûsilê, çar hemwelatiyên Kurdên Êzdî bi destê çepelê terorîstan hatin şehîd kirin.

Nûçeyên têkildar