Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola bilind ya gelê Kurd e

Serok Barzanî bi minasebeta 40 saliya Şehîd kirina Leyla Qasim de peyamek pêşkêş kir,û têde ragihand ku Leyla Qasim sembola canfedayî, bawer bi xwe kirin, welatparêzî û jina Kurd e cêha serbilindî û serfiraziya her takekî Kurd e.
Îro duşemê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser pêca xwe ya Fêsbûkê peyamek pêşkêş kir, ku ev jî tekesta vê ye;
"Di bîranîna 40 saliya Şehîdbûna Leyla Qasim de silavên xwe pêşkêşî rihê paqêj ya ev jina Qehreman û tevahiya Şehîdên rêya azadî dikim.
Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî, bawer bi xwe kirin, welatparêzî û jina Kurd e û herwiha cêha serbilindî û serfiraziya her takekî Kurd e û lazime heta heta bîranîna vê bi zindî bimîne.
Leyla Qasim nîşaneya serbilindiya gelê xwe ye, leyla ewqas bilind û mezine ku di dema Şehadeta xwe de jî sere celadên rejîmê di bin pêlavên xwe de didît, Leyla serê xwe bo lêbûrîna neyaran netewand û di bersifa celadan de got: Ez beşekim ji Şoreşa gelê xwe, bi şeref ber bi qenareyê ve diçim, lazime gelê min min efû bike ne neyarên gelê min.
Jiyan û Şehadeta Leyla waneyeke mezine bo her takekî Kurd, piştî Şehadeta Leylayê hezaran dayikên Kurd navên zarokên xwe kir Leyla. Bîranîna ev Şehîda Qehreman bilind û pîroz be."




