Mustefa Cûma: Karên ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê dike rêjîmê jî nekirne

Hewlêr-KDP.info-Endamekî Mekteb Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku her çawa be dê Siûd Mela sekreterê partiya wan vegere Rojavayê Kurdistanê û karên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê li Rojavayê Kurdistanê dike rêjîmê jî nekirne.
Mustifa Cûma, Endamekî Mekteb Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji KDP.info ragihand : "Piştî ku Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela xwest di rêya deriyê Dirbêsiyê re vegere Rojavayê Kurdistanê û kar û xebata we ya siyasî û medenî bikin, lê Asayişa PYDê nehiştin derbas be, lewra niha em hewil didin ku rêyekî din bibînin ji bo vegera wî, her çawa be dê Siûd Mela sekreterê partiya wan vegere Rojavayê Kurdistanê."
Cima got jî: "PYDê bi hemû awayekî dijayetiya Partiya me dike, ji ber ku baş dizane ku pêgeha me li Rojavayê Kurdistanê geleke û me cemawerekî mezin heye."
Ew endamê Mekteb Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) herwiha got: "Dijayetiya partiya me ji aliyê PYDê ve bi fermana rêjîma Sûriyê ye, ji ber ku eşkere û diyare ku ew piştgîriya Esed û rêjîma wî dikin û bi eşkere rêjîma Sûriyê li Qamişlo û Heseke û navçeyên din heye."
Herwiha Mustefa Cûma zelal kir: "Em ditirsin ku Siûd Mela vegere Rojavayê Kurdistanê û li wêde jiyana wî di metirsiyê de be, ji ber ku egera binçavkirina wî eşkencedana wî heye, ji ber ku hinek endamên me yên din di bin hatine girtin, hinek ji wan bi 20 salan hatine hikim kirin, ev karên ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê dike rêjîma Sûriyê jî nekirne."




