25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa Dihokê: Binçav endamekî Partiya Çareseriyê girêdayî ewlehiya Herêmê

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info-Asayişa parêzgeha Dihokê berisva Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ku baskê PKKê li Başûrê Kurdistanê tê nasîn, li bara girtina endamekî wê partiyê dide û radigehîne ku endamê wê partiyê bi biriyara dozgeriyê hatiye girtin û niha di girtîgeha Zirka ya Dihokê de ye.

PÇDKê îdia kiriye ku endamê wan ê bi navê Ehmed Rêkanî ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatiye revandin û heta niha jî nayê zanîn ka li kuderê ye.

Li hember vê yekê, Asayişa Dihokê red dike ku endamê PÇDKê yê bi navê Ehmed Rêkanî hatibe revandin û serwendayî be û radigehîne, ew endamê PÇDKê bi awayekî qanûnî û li dûv biryara dadwerê lêkolînê yê asayişê û li ser pirseke girêdayî ewlehiya Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin.

Di beyannameyekê de ku kopiyek gehiştiye destê KDP.info, Asayişê eşkere kiriye ku Ehmed Rêkanî niha di girtîgeha Zirka ya bajarê Dihokê de ye û endamên malbata wî, her wiha parêzerên wî dikarin serdana wî bikin, lêpirsîn digel navbrî berdewam e û her biriyareke dadwerê lêpirsînê bide ew dê Asayiş pêbend bin.

Asayişa Dihokê her wiha îdiayên PÇDKê yên ku dibêje Rêkanî ne li gor qanûnê hatiye girtin, red dike û dibêje, em ti kesekî li ser pirsên siyasî jî desteser nakin.

 

Nûçeyên têkildar