Asayişa PYDê serkirdeyekî PDK-S û peyamnêrê ARK girtin

Hewlêr-KDP.info-Girûpek çekdar ji Asayişa PYDê serkirdeyekî PDK-S bi navê Mihemed Emîn Ebas bavê Mizgîn û Peyamnêrê ARK girtin.
Girûpek çekdar ji Asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)ê li bajarokê Çelaxe, êrîşî mala endamekî komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), kirin û ew birin cihekî nenas.
Li gor zanyariyê ketin destê KDP.info, doh roja yekşemê rêkefta 11-5-2014an derdora seat 10ê êvarê girûpek çekdar ji asayişa (PYD)ê li bajarokê Çelaxe êrîşî mala Mihemed Emîn Ebas bavê Mizgîn endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê kirin û ew birin cihekî nenas.
Herwiha her duh Asayişê (PYD)ê êrîşî mala peyamnêrê kenala ARK yê bi navê Dildar Hemo li bajarokê Tirbesipiyê kirin û ew girt in.
Doh Asayişê (PYD)ê êrîşî mala peyamnêrê kenala ARK li bajarokê Tirbesipyê kirin û di encama êrîşê de ew girtin û destê xwe danin ser Kamîre û laptopa wî.




