25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdeyekî (PDK-S): PYDê ne di nava rêza opozîsyonê de ye ji ber ku ew beşeke ji rijêma Esed

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) got ku kiryara Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)ê bi nehiştina derbasbûna Siûd Mela Sekreterê (PDK-S)ê bo Rojavayê Kurdistanê, ne tişteke nû ye li ser me û berya niha jî nehiştin ku endamên kongira me vegerin Rojava û hin ji wan nefî kirin bo Herêma Kurdistanê.

Nûrî Birîmo, Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyeke taybet de ji KDP.info re diyar kir ku " Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)ê bi vê kiryara xerab ya qedexekirina derbasbûna sekreterê partiya me, dixwaze rola (PDK-S)ê, ku partiyeke cemaweriye jinav bibe û emê di rojên bê de xebata xwe zêdetir bikin."

Derbarê pirojeya "Kongirê Yekbûna Opozîsyona Sûriyê" yê ku ji aliyê (PYD)ê ve hatibû ragihandin, Birîmo got: " Li ba (PYD)ê gotinên wan ne mîna kiryarên wan in û ew dixwzin ku partiyan li gor xwe çêbikin û (PYD)ê ne di nava rêza opozîsyonê de ye û çênabe (PYD)ê bêje ez ji opozîsyonê me ji ber ku ew beşeke ji rijêma Esed e."

Derbarê hebûna belegnameyekê bo grtina Siûd Mela sekerterê (PDK-S) li cem PYDê eger vegerya Rojavayê Kurdistanê Birîmo got " (PYD)ê mîna çeteyan kar dikin û dikarin yaseyan derxînin û fermanan belav bikin û belgehnameyên girtinê her seatekê derbixin, mîna girtina hevalên me li Efrînê ku tu guneh û tawan nekirbûn, tenê gunehê wan ku Partî ne û Barzanî ne û ev hemû kiryar didin xuyanîkirin ku PYDê çetene ne partiyeke."

Li ser şêweyên xebata partiya wan di paşerojê de, Birîmo got ku " Partiya me partiyeke demokrat û aştiyane ye û pirojeyeke netewî li ba me heye û em bi avakirina kantonên ne kurdî, nafikirin û ev cûreyên xebata aştiyane pir hene û bi sûde ne ji awayê leşkerî bêtir yê ku (PYD)ê bikartîne di heyama desthiltdariya wê ya tekane li rojavayê Kurdistanê de."

Nûçeyên têkildar