Nêçîrvan Barzanî biryar da fewceke pêşmerge li Şingalê bê avakirin

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro yekşemê biryar da ku fewceke pêşmerge ji bo parastina qeza Şingalê ji gefên terorîstan were avakirin.
Parlamentera Kurd a di Parlamentoya Iraqê de Viyan Dexîl ji KDP.info re ragihand ku îro ew ligel şandeke devera Şingalê serdana serokwezîr Barzanî kirin û di hevdîtinekê de behsa rewşa Şingalê kirin, bi taybet ew bûyerên dawî ku bi ser şingalê de hatin û li navçeya Rebîa jî çend Êzdî hatin kuştin û 4 Êzdiyên din jî ji di destên terorîstan hatin kuştin.
Viyan Dexîl eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî biryar da ku fewceke hêzên pêşmerge ji bo parastina xelkê Şingalê bê avakirin, û dê ew feuce ji xelkê wê deverê bêk bê.
Li gor zaniyariyên Rûdawê, zêdetirî 4 hezar malbatên Kurdên Êzdî ku karê çandiniyê li bajarokê Rebîhe dikirin, ji ber gefa grûpên çekdarên tundrew reviyane û vegeriyane Şingalê, ew malbat piştî wê yekê reviyan ku 6 xortên Êzdî berî çend rojan ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.




