Ji ber Kirîza li Okraynayê Welatên Ewropayê berê xwe didin xaza Herêma Kurdistanê

Dihok-KDP.info-Serokê Zanîngeha Newrozê ya li Dihokê diyar kir ku piştî qeyrana li Okraynayê dest pê kir, Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo di warê xazê de ji Rûsyayê rizgar bibin, berê xwe dan xaza siruştî ya Herêma Kurdistanê.
Dr. Azad Ehmed Sadûn, Serokê Zanîngeha Newrozê ya li Dihokê behsa girîngiya xaza sirûşî ya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir û got rûdanên Okraynayê û Rûsiya welatên Ewropa neçar kirine ku çareka din bibînin û bi wê egerê jî rê bo hinartina xaza Herêma Kurdistanê bo welatên Ewropayê xweş bûye.
Sadûn diyar kir ku: " Bûyerên ku li Rûsya û Okraynayê diqewimin, dewletên YEyê neçar dihêle ku di warê wizeyê de li alternatîfên nû bigerin. Qeyrana li Okraynayê ji bo xaza Kurdistanê şert û merc amade kirin. Bi ya min dê di nav 6 meh an jî salekê de geşedanên girîng biqewimin. Dê xaza Kurdistanê ji ser Tirkiyeyê de belavî Ewropayê bibe."
Herwiha Sadûn pirsî " Xaza li herêmê dê têra Ewropayê bike, 170 trîlyon mêtrokup rezerva xazê heye. Dê mesref jî kêm be. Ev wize dê ji bo bazara Iraqê û dinyayê, ji bo pîşesazî û sektora petro-kîmyayê bibe çavkaniyeke girîng."
Serokê Zanîngeha Newrozê ragihand ku wê di demê şeş heyvan heta salekê de pêşkeftink mezin di wî warî de hebe û wê xaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re bo welatên Ewropayê bê şandin."




