Kongreya Islama Demokratîk li Amedê dest pêkir
__2014_05_10_h20m2s57__BA.jpg)
Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Kongreya Islama Demokratîk, bi tevlibûna 349 delegeyan li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê dest pêkir û dê 2 rojan bidome.
Kongreya Islama Demokratîk, îro 10/5/2014li Amedê dest pêkir, ji welat û derveyê welat 340 delege tevlî kongreyê bûn. Gelek siyasetmedar û rewşenbîr û kesên din yên ji parlamenter û kesên ji derveyê welat hatibûn û tevlî bûn.
Kongre bi xwendina Quranê dest pêkir û piştre axaftinên vekirinê hat kirin û li peyre Li ser navê Komîsteya Kongerya Islama Demokratîk Prof. Dr. Qadrî Yildirim axaftina vekirinê kir. Yildirim mijara "Kurd û Islamê, pirsgiarêka kurd û hakemiya islamî"nirxand.
Yildirim li ser navê kurd sekinî û li ser welatê kurdan û Kurdistanê rawestiya. Piştre jî li ser îslambûna kurdan sekinî û got: "Kurdan di dema Hz. Omer de bi girseyî islam nas kirine û piştî kurd bûne musulman, xwe ji islamê re feda kirine."
Yildirim, her wiha diyar kir ku di Quranê û suneta Pêxember de yek ziman, yek nasname û yek reng tine û got ,li şûna wê pir nasname, pir rengî û pir zimanî heye.




