26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hoşyar Zîbarî: Posta Serokkomar girentiye bo parstina mafê Kurdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku posta Serokkomarê Iraqê pişka Kurdan e, çunkî ew post girintiye bo parstina mafê Kurdan li Iraqê.

 

Di hevpeyvînekê de ligel kenala El-Erebiye, Hoşyar Zîbarî wezîrê derve yê Iraqê, derbarê pêkanîna hikûmeta nû û posta serokkomar ragihand "Posta Serokkomarê Iraqê pişka Kurdan e, li gor destur jî mifta pêkanîna hikûmeta Iraqê diyarkirina serokkomar e, divê rêkeftinek di navbera aliyên Kurdistanê de hebe bi diyarkirina kesekî bo wê postê."

 

Derbarê rol û bandora Kurdan li Bexdayê, Zêbarî diyar kir ku firakisyonên Kurdî xwedî zortirên bandor û hebûn bûn di nav perlementoya Iraqê de, û ragihand ku dê rêkeftin aliyên siyasî piştî eşkerebûna encamên hilbijartinan bên xuyanî kirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar