26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê nehişt Siûd Mela vegere Rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela xwest di rêya deriyê Dirbêsiyê re vegere Rojavayê Kurdistanê lê Asayişa PYDê nehiştin derbas be.

 

Hat zanîn ku Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela û 2 kesên din dixwestin di rêya Dirbêsiyê re vegerin Rojavayê Kurdistanê, lê Asayişa PYDê nehişt.

 

Hêzên Asayişa PYDê li ser sînor ji Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê re gotine ku fermana girtina te li Rojavayê Kurdistanê derketiye û eger tu derbas jî bibe tê were girtin an jî nefîkirin.

 

Nûçeyên têkildar