Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin derfeta dawî ne bo serrastkirina hikimraniyê li Iraqê

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi heyeteke Yekîtiya Ewrûpa re civiya û ragihand ku hilbijartinên Iraqê derfeta dawî ne bo serrastkirina hikimraniyê li Iraqê.
Îro pêncşema 8/5/2014li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li heyeteke Yekîtiya Ewrûpayê bi Serokatiya nûnera YEê ya bo karûbarên Iraqê kir.
Di destpêka hevdîtinekî de heyeta YEê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û behsa armanca serdana xwe bo Kurdistanê kir û got: "Armanc ji vê serdana han ji nêz ve agehdar bûn ji rewşa Kurdistan û Iraqê ye."
Heyeta YEê bi minasebeta serkeftina piroseya hilbijartinên Parlementoya Iraq û Civata Parêzgehên Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê û gelê Kurd kir û got: "YEê li hember serkeftina piroseya hilbijartinên Parlementoya Iraqê û Civata Parêzgehên Kurdistanê gelek kêfxweşe û her çend kêşeyên cudacuda yên teknîkî jî hebin lêbelê piroseya hilbijartinan piroseyeke serkeftî bûye û di dema xwe de li gorî zagonan hatiye cîhbicîhkirin."
Heyetê eşkere kir ku beriya bi dawî hatina meha şeş vê civata wezîrên derve yên welatên endam ên YEê bo giftûgo kirin li ser peyvendiyên xwe ên bi Îraqê re dicivin lewre ev serdana han gelek girîng daku bikaribin ji nêz ve raporta xwe bo vê civîna han amade bikin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got: "Piorseya hilbijartinan ev yek îsbat kir ku hêdî hêdî demokrasî û hilbijartin dibe weke çandekî û welatî mafên xwe bikar tînin û beşdariya pergala desthilatdariyê dikin."
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ev hilbijartina han derfeteke ku hatiye bidestxistin lêbelê heta encamên hilbijartinan neyên diyarkirin kes nizane rewşa Îraqê û prosesa siyasiya vê welatî ber bi çi aliyekî ve diçe, û ev hilbijartin derfeta dawî ne bo serrastkirina hikimraniyê li Iraqê
Derbarê kêşe û arîşeyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de bi taybetî pirsa birîna mûçeya karmendên Kurdistanê, pirsa petrol, bûdce û qanûna petrol û gazê jî de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ev pirsên han hîn jî nehatine çareserkirin û pirsa birênekirina mûçeya karmendên Kurdistanê jî pirsek bû ku em li benda vê nebûn lê mixabin hikûmeta Bexdayê mûçe weke karteke siyasî li dijî gelê Kurd bikar anî.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku li gorî destûra bingehîn ya Iraqê pergala siyasî ya Îraqê pergaleke fedraliye û dibe kêşeyên heyî jî li gor destûra bingehîn werin çareserkirin.
Derbarê siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya derbarê petrolê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya petrolê di çarçoveya destûra bingehîn ya Iraqê deye û heta niha hikûmeta Kurdistanê di vê warî de ti gaveke derqanûnî neavêtiye û hikûmeta Kurdistanê li ser bikar anîna mafên xwe yên destûrî derbarê petrolê de jî berdewam dibe.




