Danîna Ala Kurdistanê nîşaneyke bo serxwebûnê

Hewlêr-KDP.info-Serokê Partiya Serbestî ya Kurdistanê ragehand ku danîna Ala Kurdistanê li tenişt ala Iraqê li pist Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzani li Urdinê, Nisan û mizgîniyeke bo serxwebûna dewleta Kurdi li Başûrê Kurdistanê.
Roja sêşemê, Şahê Urdinê Şah Ebdulla Ye Duyem pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzani kir û di vi hevîtinê de ji li pist Şah Ebdulla ala Urdinê û li pist Serok Barzani ala Irak Û di tenişt de ji ala Kurdistanê hatibû danîn.
Li gor ajansa BasNewsê, Serokê Partiya Serbestî ya Kurdistanê Arif Bawecanî got: "Ez ve dîmenê wek destkefteke Mezin bo Serok Barzani û Gelé kurder dibînim, ji ber ku di Wi wêneyî de ez dibînim Şah Ebdulla li ofîsa xwe ya Emane di dema pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê de, ala Kurdistanê daniye ".
Herwiha Bawecanî fik ew wek Kurdekî dibîne ku ev mezintirîn destkefte bo gelê Kurd li başûrê Kurdistanê, ku paşayê welatekî Ereb wek serokê welatekî serbixwe pêşwazî li Serok Barzani kir û ala Kurdistanê ligel ala welatê xwe dani.
Bawecanî Wiha axifî: "Ev amajeyeke your e bo pêşketina dîpolmatîk en Kurdan, ev ji rêxweşkereke û mizgîniyeke bo serxwebûna dewleta Kurdi li Başûrê Kurdistanê, ku di bin Siya hêza birêz Mesûd Barzani ala Kurdistanê dikeve rêza alayên odeyên pêşwazî û dîplomatîk û welatên cîhanê".
Bawecanî got ku ew hêvî dikin ku Hemu Diplomaten kurder siyaseta bihêz ya kurder berdewam bikin û axaftina xwe Wiha qedand: »her kesekî kurd vî karî wiha bike em destxweşiyê lê dikin û piştgiriya wî dikin, bi hêviya serxwebûna Kurdisanê di demek nêzîk de."




