Parlamento hefteyek muhlet da YNK bo diyarkirina kandîdê xwe bo posta cîgirê serokwezîr

Hewlêr-KDP.info- Perlemantarekî PDKê dibêje ku di civîna îro de Parlamentoya Kurdistanê heftiyek da Yekîtiya Nîştîmanî Ya Kurdistanê ji bo ku kandîdê xwe bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar bike.
Ferhan Cewher, endamê Parlamentoya Kurdistanê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ve ji KDP.info re ragehand ku Parlamentoya Kurdistanê biryar da di nava heftiyekê de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bêne erkedarkirin.
Cewher got li gor rêkeftina di navebra aliyên siyasî de, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê wê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) be. Îro jî 4 parlamenterên YNKê tevlî piraniya parlamenteran gotin ku divê pirsa binavkirinê di nava heftiyekê de bê yekalîkirin.
Herwiha navhatî got: Di civîna îro de herwiha komîteyên nav Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengên parlamenteran hatin avakirin.




