Silêmaniyê.. Jimartin û veqetandina dengên Taybetî dest pê kir

Silêmaniyê-KDP.info/ Îro sibehê li bajêrê Silêmaniyê proseya veqetandin û jimartina dengên taybetî dest pê kir û hemû sinduqên dengdana taybetî li navenda Helgurd Arif hatin kom kirin bi mebesta jimartina wan.
Li gor amara Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan, rêjeya dengdana taybetî li parêzgeha Silêmaniyê 99% bû û 72,000 kesî mafê wan yê dengdanê hebû, û 71,280 kes ji wan beşdarî di hilbijartinên taybetî de kirin.




