25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî beşdarî di Pêşangeha Serbazî ya Sofeks li Urdinê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şahê Urdinê Ebdullayê duyem beşadrî pêşangeha kelûpelên leşkerî û asayişa neteweyî ya bi navê Sofeks2014 bû.

 

Li dirêjahiya serdana xwe de Serok Barzanî û şanda li gel ya Şahnişîna Urdinê, îro sêşem 06.05.2014 li Ammana paytexta Şahnişîna Urdinê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna rêzdar Şah Abdullahê duyem Şahê Urdinê beşdarî li pêşangeha Sofeks kir ku ji bo pêşandana çek û kelupel û kereseteyên operasyonên taybetî ya serbazî li paytexta Şahnişîna Urdinê û li jêr çavdêriya Padşahê wî welatî hatibû vekirin.

Her îro li vê pêşangaha ku bi beşdariya 371 kompanyayên cîhanî ji 52 welatan hatibû vekirin û 600 kesayetî û siyasetmedarên cîhanî hatibûn vexwendin, bi amadebûna Serok Barzanî û Padşahê Urdinê komek çalakiyên serbazî di derbarê çawayiya berengarbûna kirdarên terorîstî hatin pêşandan.

 

Ev pêşangeh sala 1994an ji aliyê şahê Urdinê Şah Ebdulla yê duyem ve hatibû damezrandina û niha ew yekemîn pêşangeha taybet bi kelûpelên leşkerî, kelûpelên opreasyonên taybet û asayişa neteweyî li cîhanê ye.

Hêjayî gotinêye li çarçêweya serdana Serok Barzanî ya welatê Urdinê îro sêşem 06.05.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel beşdariya çendîn hevdîtin û civînên li gel siyasî û berpirsên mezinên Şahnişîna Urdinê bûn.

Nûçeyên têkildar