26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xesro Goran: Ji bilî dengên taybetî û derve, emê nêzîkî 29 kursiyan bi dest bixin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê ofîsa hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê eşkere kir ku bo hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê, ji bilî dengên taybet û derve, emê 26 heta 29 kursiyan bi dest ve bînin.

 

Xesro Goran, Berpirsê ofîsa hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji KDP.info re ragehand: "Li gorî encamên dest pêkê, tê çaverê kirin ku em li Silêmaniyê 3 kursiyan, li Kerkûkê 2 kursiyan, li Bexdadê kursiyekî û li Diyala jî kursiyekî bo Civata Nûnerên Iraqê bi dest bixin."

 

Berpirsê ofîsa hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê got: "Li gor wan dengên ku heta niha hatine veqetandin, ji bilî dengên taybetî û derve, tê çaverê kirin ku PDKê 26 heta 29 kursiyan bo Civata Nûnerên Iraqê bi dest bixin."

 

Herwiha Xesro Goran diyar kir: "Zortirîn dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo Civatên Parêzgehên Herêma Kurdistanê li Dihok û Hewlêrê ne, bi awayekî ku li Dihokê ji 19 kursiyan kêmtir nayne û li Hewlêrê jî dê ji 13 heta 14 kursiyan bi dest bixe."

Nûçeyên têkildar