26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îna bê jimartina dengan dê bi dawî were

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ragehand ku, jimartina dengên herdu hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê û Civata parêzgehên Herêma Kurdistanê, dê roja îna bê bi dawî were û diyar kir ku heta niha jî 60% ji proseyê bi bê kêşe birêve çûye.

 

Hendirên Mihemed ji KDP.info re ragehad: "Veqetandin û jimartina dengên herdu hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê û Civata parêzgehên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê 60% derbas kiriye, em zanyariyan kom dikin û piştre dişînin ofîsa sereke li Bexdadê, prose bi bê kêşe û pirsgirêk birêve dice."

 

Berpirsê ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan diyar kir: "Veqetandin û jimartina degên herdu hibijartinan li Hewlêrê li sê binkeya ne, em bawerin îna bê proseya jimartinê bi dawî were."

 

Hêjayî gotinê ye, herdu hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê û Civata parêzgehên Herêma Kurdistanê li 30/4/2014 birêve çûn û li gor encamên despêkê Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser asta Herêma Kurdistanê yekemîne û li ser asta Iraqê de jî çaremîne.

Nûçeyên têkildar