PDKê li Ostiraliya û Êranê jî yekemîne

Hewlêr-KDP.info/Partiya Demokrat a Kurdistanê li Ostiraliya û Êranê jîzortirîn deng bidest ve aniye.
Li gor encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê yên li Ostiealiyayê, Partiya Demokrat a Kurdistanê piraniya dengan bidest aniye û yekemîne.
Herwiha li Êranê jî, li got zanyariyên çavkaniyekê li Tehranê, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Êranê jîzortirîn deng bidest ve aniye û yekemîne.
Li gor çavkaniyekê, ku ji KDP.info re ragehand: "Li gor zanyariyên ku me ji çavdêranên ser jimartinên dengan, wegirtine, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Êranê zortirîn deng bidest ve aniye û yekemîne."
Rêjeya dengan li Êranê bi vî awayî ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê 1046
Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê 123
Tevgera Goran 29
Komeleya Îslamî 14
Tevgera Îslamî 14




