26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şirketên petrolê 15 milyon dolar bo penaberên Rojavaê Kurdistanê xerc kirine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Şirketên ku di warê petrolê de li Herêma Kurdistanê kar dikin, heta niha 15 milyon dolar bo alîkarîkirina koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê xerc kirine, ew jî bi rêya destpêşxeriyekê ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hatibû ragehandin.

 

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, bi hezaran koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku reviyane Herêma Kurdistanê alîkarî ji aliyê wan şirketan ve gihane wan û wiha tê gotin: “Bo piştrastbûna ji bikaranîna alîkariyên darayî bi baştirîn awa, şirketên berhemhêner û şirketên xizmetguzariyê jî alîkarî pêşkêşî rêxistinên nehikûmî kirine.”

 

Hevdem di sala borî de jî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî 10 milyon dolar wek alîkariyekê pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kirine. Di wê demê de ev destpêşxeriya petrol û gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê Komsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat piştgirîkirin.

 

Ev destpêşxeriya petrol û gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî ve di çarçoveya civînekê de ligel şirketên di warê petrolê da kar dikin, hatibû ragehandin. 

 

Ligel alîkariyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dike, Aştî Hewramî ragiehand ku beramber her dolarekî ji aliyê şirketên petrolê ve, dê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek dolar pêşkêş bike.

Nûçeyên têkildar