Ofîsa PDK-S li Çelaxe hat şewitandin

Çelaxe-KDP.info/ Li bajarokê Çelaxe yê Rojavayê Kurdistanê, ofîsa partiya demuqrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) ya bi navê Nesridîn Berhik hate şewitandin.
Vê sibehê, derdora seat 1ê piştî nîva şevê bi dema Qamişlo li bajarokê Çelaxe ofîsa bi navê Nesridîn Berhik ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê girûpekî nenas ve hate şewtandin.
Hat zanîn ku girûpê kilîta (qifil) deriyê ofîsê şikandibûn û agir avêtibûn nava ofîsê û di encam de kel û pêlên di nava ofîsê de hatin şewtandin.
Herwiha hin nivîsandinên xerab li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê li ser dîwarê ofîsê jî nivîsandibûn.




