Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêwendiyên her du welatan û rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê şah Ebdullah bi hev re rûniştin û li ser çawaniya bihêzkirina pêwendiyên her du welatan û rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Îro duşema 5/5/2014, şahê Urdinê melik Ebdullah, li paytext Emmanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Di civînê de, Serok Barzanî û şah Ebdullah li ser pêşhatên dawî yên deverê, her wiha çawaniya pêşxistina pêwendiyên her du welatan bi taybet di warên aborî, veberhênanê û geştiyariyê de gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve, serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, di civînê de pesnê rola Urdinê di alîkarîkirin û piştevanîkirina gelên Iraqê de da û ragihand, û tekez kir ku, Herêma Kurditanê li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe bi Urdinê re rijd e û vê yekê jî li gorî berjewendiyên her du aliyan dişopîne.
Herwiha di wê civîna ku li qesra Hisên bi rêve çû, Şah Ebdullah jî cext li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Emmanê di hemû waran de kir û amadebûna xwe bo piştgiriya aramî û dabînkirina asayişa Iraqê nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh yekşembê li ser vexwendina fermî ya şahê Urdinê çûbû wî welatî.




